Dengdana li Şengalê bi tevlîbûneke xurt bi dawî bû
Gelê Şengalê ji destpêka dengdayinê ve berê dan navendên dengdanê û dengê xwe bikaranîn. Li Şengalê bi giştî rêjeya tevlîbûnê baş bû û di hewayeke aram de derbas bû.
Gelê Şengalê ji destpêka dengdayinê ve berê dan navendên dengdanê û dengê xwe bikaranîn. Li Şengalê bi giştî rêjeya tevlîbûnê baş bû û di hewayeke aram de derbas bû.
Gelên Iraqê ji bo hilbijartina parlamentoyê çûn ser sindoqan û dengê xwe bikaranîn. Proseya dengdanê ku 07.00’ê destpê kir û 18.00’an bi dawî bû.
Şengalî ji carên din cudatir bi germî û girseyîtir tevlî proseya hilbijartinê bûn. Hejmareke zêde ya Êzidiyan weke serbixwe û li ser lîste û kotayê xwe namzet nîşandan û hevrikî kirin. Hevrikiya zêde ya namzetan bandorê li tevlîbûna gel a hilbijartinê jî kir.
Îsal rêjeya hilbijêrên ciwan zêdebû û jin jî ji her temenekî tevlî hilbijartinê bûn. Hilbijartin di hewayeke germ û bi ewlede derbas bibe jî, li hinek gundan PDK û hinek lîsteyên din li cihên dengdanê ji xelk xwestin deng bidin wan û xwestin dengen gel bikirin. Hinek kesên qanûnên hilbijartinê binpêkirin, ji aliyê hêzên Iraqê ve demkurtî hatin binçavkirin.
Tê texmînkirin ku ji derveyî kotaya Êzidiyan li ser lîsteyan jî Êzidî bikarin parlamenter bişînin parlamentoyê.
Li gorî agahiyên ku ji erkdarên sindoqan û komîsyonê hatine girtin, beşdarî li navenda Şengalê ji komelgehên din kêmtir bûye. Li Sîbayê PDK gelekî deng windakiriye û li hinek gundan beşdarî baş, li hinekan jî kêmtir bûye.
Li gorî agahiyên ne fermî li Zoravaya Şengalê rêjeya tevlîbûnê derdora sedî 70’î de bûye, li Xanesorê sedî 50, li navenda Şengalê jî sedî 40 de bûye. Lêbelê ev hemû ne agahiyên fermî yên komîsyonê ne ku hatine piştrastkirin. Bi giştî rêjeya tevlîbûnê baş bû û di hewayeke aram de derbas bû.
Xelk hîn jî li nêzî navendên dengdanê ne û li benda girtina encamên destpêkê ne.